Mizgîniyê li ser xilasiyê çi dibêje?
What does the Bible say about salvation?

Mizgînî Peyva Xwedê ye
Petrûs II. 1:20-21 Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.
Tîmotêyos II. 3:16 Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê,
Yûhenna 20:30-31 Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê de nehatine nivîsîn. Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.
Peyxama Yûhenna 22:18-19 Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî. Û eger mirovek ji peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê derxe, Xwedê wê para wî ji dara jiyanê ya ku di vê kitêbê de nivîsî ye û ji Bajarê Pîroz derxe.
Îbranî 1:1-2 Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan ji bav û kalan re gotiye. Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.
Yûhenna 1:1 Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû.
Peyxama Yûhenna 1: 3 + 19 Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e. Îcar tiştên ku tu niha dibînî, tiştên ku bûne û yên ku ji niha û pê ve wê bibin, binivîse.
Galatî 1:8-9 Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be. Me berê çawa gotiye, ez niha dîsa dibêjim: Eger yek, ji Mizgîniya ku we qebûl kiriye pê ve, yeke din ji we re bêje, nifir li wî be.

Ji Mizgîniyê hîn bikin - Ew kî Îsa?
Kolosî 1:15-20 Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin, Nixuriyê hemû afirînê ye. Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan, Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin, Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be, Bi saya wî hatin afirandin; Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin. Ew bi xwe beriya her tiştî ye Û her tişt bi wî bi hev ve girêdayî ye. Ew serê bedenê, yanî serê Civînê ye, Destpêk û nixuriyê ji nav miriyan e, Da ku di her tiştî de ew yê pêşî be. Çimkî li Xwedê xweş hat ku
Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be, Û bi wî her tiştî, Hem tiştên li ser erdê, Hem jî yên li ezmanan, Bi xwe re li hev bîne Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.
Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn.
Tîmotêyos I. 2:5 Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,
Yûhenna 7:38 Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›»
Yûhenna 8:24 Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»
Yûhenna 8:12 Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
Korîntî II. 5:18 Evên ha hemû ji Xwedê ne. Wî bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn û xizmeta lihevanînê da me.

Îsa şagirtên xwe hîn kir. Wan çi kir û hîn dikin? Komîsyona mezin çi ye?
Мetta 28:19-20 «Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»
Marqos 16:15-19 Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin. Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin. Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin, wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.» Îsa Hildikişe Ezmanan Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
Lûqa 24:46-47 Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin.
Korîntî I. 15:1-5 Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn. Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye. Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wusa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin. Ji Kîfas re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû.
Galatî 1:8 Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be.
Bawerî bi Îsa: Karên Şandiyan 1:8 Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.
Karên Şandiyan 4:12 Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila:
Karên Şandiyan 17:30
Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin.
Her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad* bibe:
Karên Şandiyan 2:38 Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.
Karên Şandiyan 8:16 Çimkî hê Ruhê Pîroz nehatibû ser yekî ji wan, tenê ew bi navê Xudan Îsa hatibûn imadkirin.
Karên Şandiyan 10:48 Û wî emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh imad bibin.
Hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin:
Yûhenna 1:33 Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê yê ku ez şandim da ku ez bi avê imad bikim, ji min re got: ‹Tu bibînî ku Ruh bê xwar û li ser kê deyne, yê ku bi Ruhê* Pîroz imad dike, ew e.›
Karên Şandiyan 2:2-4 Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.
Karên Şandiyan 2:38-39 Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.»
Karên Şandiyan 8:17 Hingê Petrûs û Yûhenna destên xwe danîn ser wan û wan jî Ruhê Pîroz stand.
Karên Şandiyan 10:44-46 Hê Petrûs ev tişt digotin, Ruhê Pîroz hat ser hemûyên ku peyv bihîstin. Îcar bawermendên Cihû yên ku bi Petrûs re hatibûn, şaş man ku çawa diyariya Ruhê Pîroz bi ser miletên din de jî rijiya bû. Çimkî wan bihîst ku ew bi zimanên din dipeyivin û pesnê Xwedê didin.
Karên Şandiyan 19:6 Çaxê Pawlos destên xwe danîn ser wan, Ruhê Pîroz hat ser wan, bi zimanên* din peyivîn û pêxemberîtî kirin.
Karên Şandiyan 5:32 Em şahidên van tiştan in û Ruhê Pîrozê ku Xwedê daye wan ên ku bi ya wî dikin jî, şahid e.»

Pirsgirêk: Ma hûn di Nivîsarên Pîroz û Incîlê de bawer dikin? Rizgariyê bigerin berî ku ew pir dereng e.
Îtaetî Gotina Yezdan kirin û tu ê hêviya ji bo xilasiyê mîras bistînin
Marqos 16:16 Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin.
Metta 24:14 Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.
Selanîkî II. 1:6-10 Çimkî, ev di çavê Xwedê de rast e ku tengahiyê bide wan ên ku tengahiyê didin we û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe, hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne. Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin. Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên* xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.
Yêşû 24:15 Û ger di çavê we de ji XUDAN re qûlitî kirin ne çê be, ka hûn ê ji îlahên ku bapîrên we li çemê Feratê wê de qûlitiyê jê re dikirin, an jî ji îlahên Amoriyên ku hûn di erdên wan de dijîn re qûlitiyê bikin, îro qirara xwe bidin. Lê belê ez û maliyên xwe, em ê ji XUDAN re qûlitiyê bikin.
Karên Şandiyan 2:37 Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?»
Karên Şandiyan 8:36b Yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad nebim?
Karên Şandiyan 16:30 «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»

Îsa Xwedê ye

5 Mûsa 6:4-5 Bibihê Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e Xudan Xwedêyê xwe h'iz bi ke, bi t'emamîya dilê xwe, bi t'ema mîya canîya xwe û bi t'emamîya qewata xwe.
Îşaya 9:6 Ji ber ku ji me re zarokek bû, lawikek ji me re hate dayîn û dê serokantî li serpiyên wî bin û navê wî bi gotinên: Şîretkirê, Nuwaze, Xwedayê Bihêz, Bavê, Abadînê, Serokê Aştiyê bête bang kirin.
Îşaya 43:10-11 XUDAN dibêje: Hûn şahdeyên min û qûlên ku bijartime ne. Da ku, hûn bizanibin û baweriya xwe bi min ve bînin û fêhm bikin ku ew ez im. Berî min Xwedê nebû û paşî min jî nabe. Ez, ez XUDAN im û xeynî min wekî din xelasker nîne.
Metta 1:23 «Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin», ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»
Metta 28:18 Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.
Yûhenna 1:1-3 +14 Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît.
Yûhenna 9:35-38 Gava Îsa bihîst ku ew avêtine derve, wî ew dît û jê re got: «Tu baweriyê bi Kurê Mirov tînî?» Mirov lê vegerand û got: «Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriyê pê bînim» Îsa jê re got: «Te ew dît û yê ku niha bi te re dipeyive ew e.» Wî got: «Ya Xudan, ez bawer dikim!» û ji Îsa re çû ser çokan.
Yûhenna 10:30-33 Ez û Bav yek in.» Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran. Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?» Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»
Yûhenna 20:28 Tûma lê vegerand û got: «Xudanê min û Xwedayê min!»
Kolosî 1:16 Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan, Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin, Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be, bi saya wî hatin afirandin; Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin.
Kolosî 2:9 Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye.
Filîpî 2:5-7 Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû: Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî, Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir. Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist, Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû.
Tîmotêyos I. 3:16 Bêguman, sira jiyana xwedayî mezin e: Ew di bedenê de xuya bû, ji aliyê Ruh ve rast hat derxistin, ji aliyê milyaketan ve hat dîtin, di nav miletan de hat danbihîstin. Di dinyayê de hat bawerkirin û bi rûmet hat hilkişandin.
Tîmotêyos 6:14-16 Ku tu vî emrî heta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh bêleke û bêqusûr bigirî. Xwedê wê di wextê xwe de wî bide xuyakirin. Ew Detsthilatdarê yekta û Pîroz e, Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e. Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.
Yûhenna II. 1:7 Gelekên ku xelkê dixapînin, li dinyayê belav bûn. Ew eşkere nakin ku Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye. Yê ku xapînok e û dijberê Mesîh e, ev e.
Peyxama Yûhenna 1:8 Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa û Omêga Ez im.»


http://www.sayadi-al-nas.ae